30 Kasım 2011 Çarşamba

Parlamentoya Baskê ji Tirkiye xwest ku alîkariya Demirbaş bike

Nexweşiya Şaredarê SUR ê Abdullah Demirbaş lê giran dibe. Divê tedawiya wî li derveyî welêt pêk were. Lê qedexeya dadgeha Turkiyê, rê li ber digre ku derkeve derve. Dezgeha Mafê Mirovan Kurdocide Watch-CHAK ji bo ku qedexeya li ser Demirbaş rake, demek e kampanya xwe di gel dezgehên hevkar, “Komela li Dijî Jenosîdê li Frankfurt”ê û “Komîteya Piştgiriyê ya Demirbaş” dide domandin.

Pirsa Demirbaş di vê çarçoveyê de berî niha çûbû ber destê Parlamentoya Baskê. Pêşniyaza Kordînatorê CHAK ê Gabar ÇIYAN, xwestina biryarekî giştî ya parlementoyê bû ku, ji rêvebirê dewleta Turkiyê re bê şandin da ku qedexeya li ser Demirbaş rabe.

Parlamentoyê îro navenda CHAK ê agehdar kir ku, wan ji bo piştgiriya Demirbaş biryarekî giştî dane. Beyana Parlementoyê wisa ye:

”Parlamentoya Baskê berî niha jî li ser rewşa siheta Demirbaş, cezeyên jêre hatine birrîn û operasyonên li dijî kesên BDP yî ku bi dengê xelkê hatine hilbijartin, endîşeyên xwe ji Hikumeta Turkiyê re anîbû zimên.

Parlamento rewşa Demirbaş ji nêz ve raçav dike û ji rêvebirên Turkiyê daxwaz dike ku tedawiya Demirbaş li deverên pêwîst û baştir pêk were.

Xwestina Parlamentoya Baskê ji hikumeta Ispanyayê, bi rêya Wezareta Derve ji Hikumeta Turkiyê daxwaz bike ku, ji bo tedawiya birêz Abdullah Demirbaş li derveyî welêt pêk were, biryara qedexeya li ser carekî din binirxîne û di çav re derbas bike.”



PUKmedia

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder