Reyhan Yalçindag: Di vê rewşê de dibe Tirkiye ji Yekîtiya Ewropayê bê derxistin |
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ji ber kuştina leşkerê bi navê Ekrem Kurt li Tirkiyeyê 18 hezar Euro cezayê pereyan birî. Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji ber ku Ekrem Kurt li Fermandariya Cendirmeyan a Qilabanê hate kuştin der barê Tirkiyeyê de li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê doz vekibû û Tirkiye hate mehkumkirin. Parêzera ÎHD'ê Reyhan Yalçindag Baydemir, anî ziman ku di vê rewşê de dibe ku Tirkiye ji Yekîtiya Ewropayê bê derxistin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), derbarê kuştina leşkerê bi navê Ekrem Kurt ê li Fermandariya Cendirmeyan a Qilabanê di adara 2007'an de hate kuştin piştî 4 sal û nîvan biryar da. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ji ber kuştina leşker Ekrem Kurt li Tirkiyeyê 18 hezar Euro cezayê pereyan birî. Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji ber ku Ekrem Kurt li Fermandariya Cendirmeyan a Qilabanê hate kuştin, derbarê Tirkiyeyê de li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê doz vekiribû.
Parêzera ÎHD'ê Reyhan Yalçindag Baydemir |
Baydemîr, da zanîn ku kesên bi zorê diçin leşkeriyê derûniya wan xera bide û sedema vê yekê jî zordariya leşkeriyê ye. Yalçindag Baydemîr, bal kişand ser kuştina leşker Ekrem Kurt jî û wiha got: "Malbatê got ku kurê me ji bo leşkeriyê nabe. Berê hişyarî kiribûn. Kurt beriya ku bê kuştin li malbatê geriya bû û gotibû 'Ez pir ditirsim. Min bê çek derdixin operasyonan. Piştî wê hate gotin ku dema çûye tuwaletê bi çeka hevalê xwe dawî li jiyana xwe aniye. Ev yek mirovan dixe nava şik û gumanan." Baydemîr, daxuyand ku ger wî întîhar kiribe jî, divê dîsa sedema vê yekê bê pirsîn û tiştê ku ew ajotiye ser întîharê bê lêkolînkirin.
'Dadgehê li leşkeran lêpirsîn venekir'
Yalçindag Baydemîr, bilêv kir ku ji ber dadgeha Tirkiyeyê derbarê ti berpirsiyarên leşkeriyê de doz venekir û encam nehat bi destxistin, wan doz bir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û piştî doz li wir hate meşandin DMME'ê Tirkiye mehkum kir. Baydemîr, da zanin ku ji ber Tirkiye mafê jiyanê binpê kir, DMME'ê Tirkiye li gorî xala 2, 3 û 13'an ceza kir û derbarê Tirkiyeyê de 18 milyon Euro ceza birî.
Rûdaw
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder