25 Aralık 2011 Pazar

Tariq Haşimî: Kurdistan jî di hedefê de ye

Cîgirê Serokkomarê İraqê Tariq Haşimî diyar kir ku Îran ji bo İraqê metirsiyek mezine. Haşimî diyar kir ku Malikî xetên sor derbas kiriye û di paşerojê de Herêma Kurdistanê di hedefê de ye.

Li gor nûçeya Rojnameya Radîkal a Tirkiyê ku xwe dispêre hevpeyvîna Cîgirê Serokkomarê İraqê Tariq Haşimî ya ligel kanala Tirkiyê TRT Turkê, Haşimî Îranê tawanbar dike û dibêje, Tirkiye ji bo İraqê hevalbendekî cihê baweriyê ye.

Haşimî diyar kir ku li İraqê opozisyon di hedefê de ye û hikûmeta İraqê bi tektîkên Baasê tometbar kir. Haşimî îdîayên ku dibêjin, piştgiriya terorîstan kiriye wekî tiştek ‘çêkirî’ bi nav kir û wiha pêdeçû: “Siyasetmedarên opozisyonê yên herî girîng di bloka İraqiye de ne. Ji ber vê yekê em hemû di hedefê de ne. Rêbazên rejîma Baasê cîbicîdikin.”

‘Îran ji bo me metisiye’

Tariq Haşimî di berdewama axaftinên xwe de behsa aloziyên li İraqê kir û got: “Ev ne krîzek di nava aliyên siyasî de ye, krîzek neteweyiye. Malikî İraq xist tonelekê û anî xala ku dawiya wê tûne be. Hemû xetên sor derbas kir. Dixwaze piştî Amerîka, bêyî ku opozisyon hebe, welat bi rêve bibe. Di paşerojê de wê Herêma Kurdistanê jî bêxe di hedefa xwe de.” Haşimî derbarê Îranê de jî got: “Îran ji bo İraqê metirsiyek mezine. Di destê min de belgeyên berbiçav hene. Îran dibêje, di rewşek ku rejîma Sûriyê bê guhertin, wê rewşa Şîeyan a li İraqê xirab bibe. Ajandayek wan a derbarê herêmê de heye.”

Haşimî derbarê nûçeyên ku dibêjin, parêzvanên wî çûne Tirkiyê û li wê derê hatine perwerdekirin de jî got: “Tirkiye di avakirina İraqê de aliyek rast e. Lê hinek ji rolê Tirkiyê yê bilind dibe, aciz in. Cîranên wê dihesidin. Raste Tiriye Sûnnî ne. Em jî Sûnnî ne. Ji ber vê yekê her tiştê ku Sûnnî li İraqê bikin, li ser hesabê Tirkiyê tê nivîsandin. Lê Tirkiye ti tiştek nekiriye. Berevajî her di pêşveçûna İraqê de rol leyîstiye.

Cîgirê Serokkomarê İraqê Tariq Haşimî diyar kir ku bi ti awayî niyeta wî nîne ku xwe di destê edaletên li Bexda de berde.

Tariq Haşimî di hevpeyvînek ligel BBC de jî diyar kir ku Malikî welat ber bi krîzekê ve dibe. Haşimî derbarê teqîna li İraqê çêbûyî û di encamê de 68 kes hatîn kuştin de jî diyar kir ku hikûmet berpirse.




Rûdaw

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder