5 Aralık 2011 Pazartesi

Demîrtaş: Ji bo çareserkirina pirsa Kurdî perwerdehiya bi zimanê Kurdî merce!

Serokê Giştî yê BDP'ê Selahedîn Demîrtaş di axivitna xwe ya di mîtinga bi deh hezaran de got ku, ji bo çareserkirina pirsa Kurdî merceke serekeye ku perwerdehiya bi zimanê Kurdî di destûra nû de cih bigire.

Li gorî çapemeniya Tirkiyê, Demîrtaş di mîtinga li meydan "Îstasyona" Diyarbekirê de ku bi deh hezaran kes kombûbûn got ku, kombûna jimareke wiha mezin peyama herî bi xurte ji Hikûmetê re. Her wiha got, ev 80 sale ji bo birayetî û aşitî li ser vê xakê pêk were gelê Kurd di serhildanê de ye. Demîrtaş bang li Wezîrê Karê Navxweyî  Îdrîs Şahîn kir û got, ji ber egera barana zêde me dema mîtinga xwe paşde da, lê Îdrîs Şahîn gotibû 'BDP'ê ketiye rewşeke wiha nema dikare mîtingekê li Diyarbekirê li dar bixe. Dema 20 kes tenê hatin mîtingê, baran kirin hêncet û paşve dan.' Ji xwe re li wêyenên li vê meydanê tên kişandin baş temeşe bike, operasyonên KCK'ê bandora xwe kirine yan na, li gorî wê biaxive. Demîrtaş da diyar kirin ku, ew tucaran girtiyên KCK'ê bi tenê nahêlin. Ew rûmeta me ne. Tucaran em dest ji rûmeta xwe bernadin. Hûn me hemûyan biavêjin zîndana, em gavekê paşde navêjin. Demîrtaş got jî, dema em dibêjin biratî û aşitî, lê em ne berxê li ber kêrê ne. Demîrtaş der barê zimanê Kurdî de jî wiha got "Berî her tiştî divê rêya ku diçe destûra bingihîn were pakirin, meşa di rêyeke bi mayîn de nagihe hedefa xwe. Eger, wê di destûra nû de pirsa Kurdî were çareserkirin, divê bi zimanê dayîkê perwerdeyî hebe."

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder