1 Aralık 2011 Perşembe

Ban Kî Moon, Karê Encumena Xanimên Kurdistanê Pîroz Kir

Duh, 29/11`an di civîneke hevbeş di navbera sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî  û Encumena karûbarê Xanimên Kurdistanê de, Ban Ki Moon bi riya nûnerê xwe yê taybet spasiya Encumena Karûbarê Xanimên Kurdistanê kir di derbarê encamdana çalakiya niştimanî dijî tundûtîjiya li hemberî jinan.

 Martin Kopler nûnerê taybeta yê Ban Ki moon serdana Encumena Bilind ya Xaniman li bajarê Hewlêrê kir û digel sekreter û endamên Encumenê civiya û tê de li ser wê çalakiya niştimanî ku 16 rojan dom kir li ser tundûtîjîya beramber jinan hate axiftin.

 Pexşan Zengene sekretera giştî ya Encumena Bilind li ser karên xwe axivî bo şanda mêvan û got: "Encama van çalakiyan li sertaserî Herêma Kurdistanê  karîgeriya xwe hebû û ev çalakî bû pirek bi hêz ji  malbatan re û hişyariyek di nav civaka me de ji bû jin û mêran çê kir.

 Martin Kopler li ser rewşa civakî ya herêmê axivî û weha got: "Wekî ku em dibînin li Herêma Kurdistan cudabuneke mezin ligel bajarên naverast û başûrê Êraqê heye. Martin diyar kir ku encamdana çalakîyên niştimanî yên bi vî  rengî ji bo hişyarîkirina mêran û hewldan ji bo nehêştina tudûtîjiyê, karekî niştimanî û ayînî ye jî.


Xendan

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder