19 Aralık 2011 Pazartesi

Sûriyê protokola Yekîtiya Ereban îmze kir

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê li paytexta Misrê Qahîreyê protokola Yekîtiya Welatên Ereb îmze kir.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Meqdat protokola Yekîtiya Welatên Ereban a ji bo şandina çavdêrên Ereb, li navenda yekîtiyê ya li paytexta Misrê Qahîreyê îmze kir.

Rayedarek ku ji Reutersê axivî, diyar kir ku cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Fesyel Meqdat li Qahîreyê protokola aştiyê îmze kir.

Duh Serokê Sûriyê Beşar Esed diyar kir ku wê pêşniyara Yekîtiya Welatên Ereb îmze bikin. Di nava protokolê de şandina heyetek a çavdêran ya ji bo Sûriyê jî heye.



Rûdaw

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder