5 Aralık 2011 Pazartesi

Serkirdayetiya Yekgirtû: Em Helwesta Serokê Hikûmetê baş dibînin

Serokê Encumena Serkirdatiya Yekgirtûyî Îslamî ji rojnamevanan re ragihand ku serdana serokê hikûmetê û helwesta wî derbarê şewitandina baregehên wan bilind dinirxînin.

 Tê zanîn ku serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê,  Dr. Berhem Salih duh serdana mekteba siyasî ya Yekgirtûyî Îslamî li Hewlêr kir û ligel Selahedîn Behadîn, Emîndarê Giştî yê Yekgirtû civîya.

 Piştî civînê jî, serokê hikûmetê bi tundî şewtandinên baregehên Yekgirtûyî Îslamî li devera Badînan şermezar kir û weha got: "Bi her awayî em şewtandina baregehên partiyeke resen wek Yekgirtû  qebûl nakin, divê ku tawanbar radestî dadgehê bên kirin."

 Mihemed Raûf, serokê Encumena serkirdayetiya Yekgirtû di daxuyanîyeke rojnamevaniyê de ji kanalên ragihandinê re spasiya helwesta serokê hikûmetê û serdana wî kir, her weha daxwaz kir ku bi lêpêçînên tund bi tawanbaran re bê kirin.

 Raûf diyar kir ku di civîna serokê hikûmetê de ligel Emîndarê Giştî li ser aramkirina rewşa niha û awayê lêkûlînê gotûbêj kir.



Xendan

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder