23 Aralık 2011 Cuma

Rojnamevanên Hewlêrê binçavkirina rojnamevanan şermezar kirin

Şewirmendê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê kar û barên ragehandinê Zîrek Kemal, derbarê binçavkirinên rojnamevanên di encama serdegirtina buroyên DÎHA, Ozgur Gundem, Azadiya Welat û Kovara Demokratîk Modernîteyê de pêkhatîn hatin binçavkirin, nerazîbûnên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ev kar li Tirkiye bûye çandekî runiştî. Berpirsê Dezgeha Çap û weşanê ya Bedirxan Hemid Bedixran jî diyar kir ku girtin û binçavkirin li dijî prensibên azadiya bîr û ramana azad û pêşîgirtina li rastiyane.

Şewirmendê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê kar û barê ragehandinê Zirek Kemal, derbarê binçavkirn û girtinên rojnamevan û niviskarên ji aliyê polisên Tirkiyê ve hatin girtin û binçavkirin nerazîbûnên xwe nişan kir û ji ajansa DîHA’ yê re axivî. Zirek, da zanîn ku weke rojnamevanekî di serî de girtin û binçavkirinên ku li Bakurê Kurdistanê çêbûne şermezar dikin û got: "Li gorî min ev şêwazekî siyasî şibandinekî rojhilatî ye mina welatên dîkdatoriyê. Yek ji sedema raperînên gel ên li Tûnis, Misir û welatên din ji ber vî şêwazê niha li tirkiye tê meşandine. Ev bûyên ku li ser rojnamevanan li Tirkiyê pêktên ne tiştekî nû ye, ji berê de li tirkiyê heman bûyer wek bê rumetî, lêdan û bê mafî di hatin kirin. Lê di roja îro de xwe hin zêdetir giringî dane vê tiştê û niha li wir bûye çandekî runiştî. Lê rexmê vê ji rojnamevanên Kurd rastî du şêwe zordarî lê kirin yek wek pîşe yek jî ji ber nasnameya Kurdwerî yê ye.”

Zîrek, ji hemû kesan xwest ku li himberî vê bêmafiyê rawestin û dengê xwe bilind bikin û wiha got: “ Her êrîşek li hemberî her rojnemevenekê li kuderê dibe bila bibe em şermezar dikîn û divê her rojnamevanekî kurd li himberî van zordarî û êrişên li ser medya Kurdî şermezar bike û lê xwedî derkevin.”

Bedirxan Hemîd: Ez zextên li ser çapemeniyê şermezar dikim

Berpirsê Dezgeha Çap û weşanê ya Bedirxan Hemid Bedixran jî diyar kir ku girtina rojnamevanan li dijî derbirîna bîr û ramane û kelemeke li himberî azadiya bîr û ramanê û wiha got: "Ez wek sernivîserê Kovara ku Sendîka rojnamevanan derdike, hemû zor û zextên li ser rojnamevanan şermezar dikim û em qet napajirînin. Ez naxwazim careke din bûyerên wiha dubare bibin û naxwazin rojnamevan bên girtin. Ev ji bo Tirkiyeyê şermek e.”

'Bi girtina rojnamegeran nikarin bi ser bikevin'

Rojnamevan Tarik Sermamî jî derbarê bêmafiya li hemberî rojnamevanên kurd ên rastî bêadaletiya Hikumeta AKP’ê hatin nerazîbunên xwe da nişan dan û wiha got: “Di serdema niha de rojnamevan li kûderê dibe bila bibe divê bi şêweyek azad karê xwe bike. Bê ku astengiyek bikeve pêşiyê. Her bêmafî û binçavkirinek û azadiya ramanê li hemberî rojnamevan li kûdrê dibe bila bibe em weke rojnamevanên Kurdistanê şermezar dikîn. Ji ber ku rojnamevanr xwedî peyamek mirovaneye û rastiyane, ji ber vê pêwîste her kes rêz jêre bigre. Tarik ji bo kesên berpirs ji hêviyên xwe anînin ziman û wiha axivî, “ Hêvî dikin ku her kesê bikare û xwedî erkê kesên ku bidin astent li pêşiya azadiya ragehandinê raweste û wan bişidine ku bûyerên wiha nekin. Ji ber ku serdema me ya teknolojiyê ye, wê nekarin bibin asteng li hember ragehandina peyaman. Ger çend rojnamevanan bigrin ji wê nekarin medyayê çavdêrbikin. Medyaya elektronik bê sînore û siniran nasnake. Pêwiste em ji bo azadiya ragehamdinê kar bikin. Da ku bikarin dinava civakek demokrat de bîr û ramanên xwe bi aweyek baş û azad bînin ziman û rêz li mafê wan bê girtin.”




Rûdaw

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder