6 Aralık 2011 Salı

'Nifira Fethulla ji bo me dua ye' û 'fetha xwêrê ye'

"Gulen ê zalîm ji bo ku Kurdan tune bike dua dike. Ji ber ku nifirên munafiqan li an vedigere, nifirên Fethullah ji bo me dua ye."

 Mele Mehmet Emînoglu yê ku kuliyata Saîd-î Kurdî yê ku di 1876'an de li gundê Nurs a navçeya Xîzanê ya Bedlîsê ji dayik bûye û bi jiyan, zanist û têkoşîna xwe mora xwe li sedsala 20'emîn xistiye nirxand diyar kir ku "ustad" xwedî zanebûn û pratîkeke Kurdistanî bû
 . Emînoglu destnîşan kir ku Saîd-î Kurdî yekem car li Mêrdînê şeqam avêtiye zabiteke osmaniyan û wiha got: "Piştî ku bi Kurdî perwerdehiya medreseyê dîtiye zanebûna wî ya Kurd û Kurdistanê pêşketiye."

 Emînoglu anî ziman ku Saîd-î Kurdî li dijî serokên Alayên Hamîdiyeyê ji Sultan Abdulhamît mafên Kurdan ên neteweyî xwestiye û ji bo projeya xwe ya bi navê Medreset-ul Zehra li Amed, Wan û  Bedlîsê bixe jiyanê çûye Stenbolê û bi Abdulhamîtê Duyemîn re hevdîtin pêk aniye. Emînoglu da zanîn ku Saîd-î Kurdî ji Abdulhamîtê Duyemîn xwestiye ku zarokên Kurd li medreseyan bi Kurdî perwede bibin lê ji ber vê daxwazê ew avêtine timarxaneyê. Emînoglu wiha berdewam kir: "Ustad dema ku li timarxaneyê bû ji bijîşk de dibêje 'ez li çiyayên Kurdistanê mezin bûme. Divê hûn nêzîkatiyên min ên hişk bi pîvanên Kurdistanê bipivîn. Ji ber ku li Kurdistanê exlaqa herî bi nirx; wêrekî û ziman e. Heke şelafî, wekî pisîkan li ber gerandin û ji bo berjewandiyên şexsî, berjewendiyên civakî fedakirin wekî tiştekî pêwîst a aqil bê hesibandin bizanibin ku ez ji wî aqilê îstifa dikim û bi dînîtiyê ser bilind im."

 Emînoglu da zanîn ku li herêmê kesên ku der barê doza neteweyî de diaxivin wekî dîn têne îlankirin, "terorîst" têne îlankirin. Emînoglu bilêv kir ku Fetullah Gulen di 1956'an heta 1960'an 4 salan wekî ajan xistine hucreya "ustad" û bersiva Gulen a ji bo pirsa " te destên ustad maç kir" a "tirkbûna min destûrê nade ez destên Kurdekî maç bikim" bi bîr xist.

'Bersiva minafiq lê vedigere'
 Emînoglu got ku Gulen şakirdê Kurdan a û wiha berdewam kir: "Di hucreya Kurdan de hînî zanistê dibe lê niha radibe fermana gelê Kurd dide. Mirov nifiran li hev nakin. Pêxemberê me ji bo mirovên xirab jî gotiye 'xwedî islah bike.' Gulen ê zalim ji bo ku xwedî Kurdan tune bike dua dike. Ji ber ku nifirên munafiqan li wan vedigere, nifirên Fetullah ji bo me dua ye."
 Emînoglu got ku Fethullah Gulen dastiyan vedişêre û diyar kir ku Saîd-î Kurdî di kuliyata xwe de wiha bang li gelê Kurd dike: "Ey gelê Kurd bizanibin ku 3 tiştên ku hûn divê biparêzin hene. Ya yekemîn îslamiyet e, bi xwîna hezaran şehîdê me pêk hatiye. Ya duyemîn mirovbûne , ji bo gel divê em xizmet û lehengiya xwe, mirovahiya xwe nîşanî hemû cîhanê bidin. Ya sêyemîn neteweye me ye. Yên beriya me bi başiyê dijîn. Yên ku têra xwe dikin û netewebûna xwe diparêzin dê ruhên wan rehet bikin."
 Emînoglu derbirî ku Saîd-î Kurdî xwestiye gelê Kurd 3 şûrên wekî elmasê bigire destên xwe û dijmin têk bibin û ev şûr jî ev in: "Ya yekemîn edelat, xwendin û maarîf e. Ya duyemîn tifaq û muhabeta neteweyî ye. Ya sêyemîn jî şûrê xwe baweriyê ye."

 Emînoglu di dawiya axaftina xwe de got ku Gulen ola îslan kiriye amûrê siyasetê û cewherê wî vala kiriye û li ser navê îslamiyetê fermanên qatlîamê dide, ji ber vê yekê jî divê îtibarî Gulen û cemaeta wî neyê kirin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder