1 Aralık 2011 Perşembe

PYD: Me li ser yekrêziya kurdî li hev kir

Serokê Partiya Yeketiya Demokrat (PYD) Salih Mihemed Muslim derbarê hevdîtinên li Qahîreyê yên navbera partiyên kurdî de got: "Me li ser yekrêzî û biryara kurdî li hev kir."

Salih Muslim ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û  derbarê hevdîtinên li Qahîreyê de got: "Heta niha di navbera aliyê kurdî de çi nakokî derneketine, lê berevajî wan li ser gelek xalan li hev kirine û yek ji wan jî di destûra Sûriya paşerojê de mikûrhatina li ser gelê Kurd e.”

Derbarê hevdîtinên ku tê çaverêkirin di navbera aliyên opozisyona Sûriyê de çêbibin de Muslim got: "Biryar e, di demek nêzîk de navbera Desteya Hemahengiyê, Civata Nîştîmanî ya Sûriyê û Civata Nîştîmanî ya Kurd de hevdîtinek bê sazkirin. Me gelek hewl da ku wekî aliyek girîng di nava opozîsyona Sûriyê de mikurhatinek çêbibe.”

Serokê PYD’ê derbarê tevlîbûna PYD’ê ya di Civata Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê de got: “Me heta niha bi awayek fermî meseleya tevlîbûna xwe ya di civatê de nîqaş nekiriye. Lê me got, divê ev civat nûnertiya hemû çîn û tiwêjên gelê kurd bike û wê di vê derbarê de hevdîtinên me di dema pêş de berdewam bibin."


Rûdaw

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder