12 Aralık 2011 Pazartesi

Real Madrid li Kurdistanê dibistana vedikê

Biryar e, di sibata sala bê de Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Spanya bi hevahengî digel yaneya Real Madridê, 4 dibistanên werzişî li bajarên Herêma Kurdistanê veke.


Serokê şanda komîteya rojnamevanên werzişî yên Herêma Kurdistanê Celal Perîşan ku serdana Spanyayê kiribû ji AKnewsê re axivî û wiha ragihand:

“Nûneratiya Hikûmeta Herêmê li Spanyayê gihiştiye rêkeftinekê digel desteka kargêrî ya yaneya Real Madridê daku 4 dibistanên werzişî yên taybet ên yaneyê li Hewlêr, Silêmanî, Duhok û navçeya Germiyanê bêne vekirin.”

Perîşan aşkere kir ku di sibata bê de, bi amadebûna hejmarek stêrkên berê û niha yên Real Madridê dê ew dibistan li Herêma Kurdistanê bêne vekirin.

Perîşan bal kişand ku şanda wan digel Nûneratiya Hikûmeta Herêmê Kurdistanê li Spanyayê derbarê avakirina têkiliyên bihêz navbera rojnamevanên werzişî yên Herêma Kurdistanê û Spanyayê, gotûbêj kiriye.

Şanda rojnamevanên Kurdistanê li ser vexwendina fermî ya Federasiyona Rojnamevanên Spanyayê, sêşema borî gihişte Madridê.



Rojeva Kurd

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder