5 Aralık 2011 Pazartesi

Barzanî: Zaxo rihê min bû, lê rihê min êşandin û ez dilgiran kirim

 ‘Ez qebûl nakim ti endamekî PDK’ê neheqiyê li ti kesî bike û qebûl nakim ku neheqî jî lê bê kirin'

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana bajarokê Zaxo kir. Barzanî ligel berpirsên navçeyê û welatiyan civiya. Barzanî di daxuyaniyekê de dilgiraniya xwe ya derbarê aloziyên li Zaxo de anî ziman û got: “Zaxo rihê min bû, lê rihê min êşandin û ez dilgiran kirim.”

Serokê Herêma Kurdistanê îro serdana Zaxo kir. Barzanî di serdana xwe de ligel berpirsên navçeyê û welatiyan civiya. Barzanî di daxuyaniyekê de dilgiraniya xwe ya derbarê bûyerên li Zaxo de anî ziman. Barzanî piştî şewitandina meyxane, cihê mesajan û baregehên Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê got: “Me ji bo şopandin û lêkolînkirina bûyeran lijneyek avakiriye. Ger ji me re derket holê ku PDK di wan bûyeran de xemsar bû, wê demê pêwîste li gor yasayê derbarê wan de tedbîr bên girtin. Lê ger her aliyek din xemsar be, divê li gor yasayê cezayê xwe werbigrin. Herwiha ger hinek kesên din ew kar kiribin, bixwaze navê PDK, azadî û aramiya Kurdistanê xirab bike, em ji ti kesê qebûl nakin ku ji ber ti bihaneyekê wî karî bikin.”

Piştî îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî giha Zaxo, li koçka Hunerî gotarek pêşkêş kir. Barzanî di gotara xwe de berê xwe da gel û wiha got: “Min di 50 saliya PDK’ê (11’ê îlon 2011) de got, Zaxo rihê mine, lê we ew rih gelek êşand. Ez ji aloziya ku li vî bajarê ku min pir jê hezdikir pir dilgiranim. Tişta ku çêbûyî, ne helwesta xelkê resen û welat parêz ên Zaxo ye û ne helwesta kesên ku ji bo azadiya îro ya li Kurdistanê heye qurbanî dayîn e.”

Barzanî bal kişand ser wê yekê ku ger tiştek ne bi dilê kesekî ye, yasa û parlamento heye. Ti kes ji yasayê bilindtir nîne. Bila bi wê rêyê daxwaz kiriban û pirsgirêk çareser kiriban. Ne bi vî awayî, bi fetwaya kesekî êriş bikin, dikan û baregehan bişewitînin.”

Serokê Herêmê wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Divê bi hişyarî mamele ligel vê rewşê bê kirin. Herwiha ez bi ti awayî qebûl nakim ku endamekî PDK’ê neheqiyê li kesekî din bike û qebûl nakim ku neheqî jî lê bê kirin.”

Roja 02.12.2011’an çend kes li qezaya Zaxo û Sêmêlî piştî nimêja înê êrişî dikanê firotina meşrûbê kirin. Di encamê de jî zêdetirî 30 dikanên meşrûbê, navendeka mesajê û 3 otêl şewitandin. Piştre di heman şevê de êrişî melbend û baregehên Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê hatin kirin. Di encamê de jî li herêma Behdîna 4 melbend û 20 baregeh hatin şewitandin. Şeva borî jî li Zaxo cihekî geştyarî hat şewitandin.



Rûdaw

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder