12 Aralık 2011 Pazartesi

Hunermendekî Kurd li Sûriyê yê hate girtin

Hunermend Mihemed Alareşî ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyê ve li pêş çavê malbata wî ya li taxa Riknedîn a li Şamê hate girtin.

 Mihemed Alareşî
Komîteyên Hemahengiya Şoreşa Sûriyê ragihandin ku Alareşî pêncşema borî li pêş zarokên wî ve ji mal hat derxistin û ji aliyên hêzên ewlekariyê ve hate girtin. Heta niha nayê zanîn ku li kûderê ye.

Berî niha derketina Mihemed Alareşî ya ji Sûriyê hatibû qedexekirin û dema xwest beşdarî mîhrîcana Dûbaî ya Sînemayê bibe.

Hunermend Mihemed Alareşî yek ji kurdên Şamê ye, kurê hunermendê navdar Ebdurehman Alareşî ye û heta niha bavê wî bi kurdiyek xweşik diaxive.

Alareşî berî çend mehan piştgiriya xwe ya ji bo şoreşa Sûriyê eşkere kir. Di nav hunermend û akterên Sûriyê de li beramberî rejîma Esed xwediyê helwestekherî xurt e. 17’ê hezîrana borî dema li Şamê serxweşiya malbata şehîd dikir, bi dengekî bilind banga azadî û rûxandina rejîma Esed kir. Herwiha gelek caran di xwepêşandanên taxa Riknedîn a kurdên li Şamê de beşdar bûye.

Hunermend Mihemed Alareşî beşê hunera şanogeriyê xwendiye û di çendîn karên hunerî û dramaya Sûriyê de wek akter û derhêner beşdar bûye.




Rûdaw

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder