5 Aralık 2011 Pazartesi

Partiyên Kurdî piştgirî dan Kurdên Suriyeyê

Komîteya Piştgiriya Kurdên Suriyeyê, eşkere kir ku dê piştgirî bidin biryarên Meclîsa Kurdên Suriyê ya Nîştîmanî û mafe tayînkirina qedera xwe biparêzin.

Komîteya Piştgiriya Kurdên Suriyeyê ya ji Koma Dîcle û Firat ya Diyalogê, KADEP, HAK-PAR,  TDŞK, OSP, BDP û Tev-Kurd pêk tê, li ber AZC Plazayê daxuyaniya çapemeniye dan. Endam û rêveberên van partiyan tevlî daxuyaniyê bûn. Nûnerên partiyan piştgirî dan biryarên Meclîsa Kurdên Suriyê ya Nîştîmanî ku ji aliyê 10 partiyên kurd, sazî û kesayetên kurd ve hatiye avakirin. Di daxuyaniye de dovîzên bi kurdî û tirkî "Qatîlê zaroka Esad" û wenêyên zarokên çalakiyên gel de hatibûn kişandin hatin hilgirtin. Li ser navê komê, Berdevkê TDŞK'ê Îmam Taşçier daxuyanî xwend. Taşçier, diyar kir ku li dijî kurdên li Suriyeyê polîtîkayên "erepkirinê" ketine dewrê. Taşçier, da zanîn ku li herêma Cezîrê ya Suriyeyê axa kurdan hatiye desteserkirin û Tirkiyeyê li ber sînor "Kemera ereban" avakiriye, eşîrên ereb ên xwedî çek bicih kirine. Taşçier, bilêvkir ku kurdên Suriyeyê ji mafên siyasî û çandî hatine mahrûmkirin. Taşçier, anî ziman ku ti polîtîkaya ji bo mafên ereb, kurd, durzî, xirîstiyanan yên siyasî, civakî û çandî bikevin makeqanunê tu bername derneketiye holê.

Taşçier, eşkere kir ku ew piştgiriyê didin biryara Meclîsa Kurdên Suriyê û piştgiriyê didin biryara "Mafê tayînkirina qedera xwe". Taşçier, diyar kir ku divê Konseya Neteweyiya Suriyeyê û komên ereb ên muxalefet polîtîkayên xwe yên ji bo kurd a piştî dema Beşar Esad eşkere bikin.

Kom piştî daxuyainyê belav bûn.


Rûdaw

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder