6 Aralık 2011 Salı

KNK: Bûyerên Behdînan hemû gelê Kurd xemgîn kir

Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) derbarê bûyerên li Behdînan de daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir. KNK di daxuyaniya xwe de dibêje, hê Başûrê Kurdistanê ji gefên hêzên derve xelas nebûye. Bi bûyerên li Behdînan hemû Kurd êşan û xemgîn kir. KNK bang li partiyên başûrê Kurdistanê dike ku birêziya li hemberî hev û di çarçoveya berjewendiyên neteweyî de, werin cem hev û pirsgirêkê çareser bikin. KNK dibêje, em weke KNKe, çaraseriya herî baş di pekanîna Konferansa Neteweyî de dîbinin

Berdewamiya daxuyaniya KNK’ê li jêr bixwînin...

Gelê Kurd jî di nav de, gelên li herêmê teva di qonaxeke dîrokî re derbas dibin. Di vê qonaxa giring de, dîroka gelan, ji nû ve tê nivîsandin. Gelên li herêmê, ji bo jiyaneke bi rûmet, wekhevî û demokratîk dest bi têkoşînê kirine û berdêlên giranbiha jî didin. Gelê Kurd jî bi deh salan e ku vê têkoşînê dike û di têkoşîna dem dirêj de wek lehengê gelên herêmê derkete pêş. Lê gelê Kurd hîna dibin tehdîdan de ye. Herêma Başûr hîna jî, ji tehdîdên hêzên dagirker xelas nebûye. Mînakên vê jî pir hene. Ev jî tê wateya ku hîna Kurdên çar parçeyên Kurdistanê dibin tehdîdan de ne û pêdiviya Kurdan, ji her kesî û ji her demê bêhtir bi dilsozî, birêzî û tifaqê heye.

Bi vê pêwanê bûyerên dawî yên li herêma Behdînan derketin holê, dilê Kurdan teva dax da û xemgîn gir. Bûyerên nexwoş ku şewitandin û talankirin, êrîşa li dijî sazî û temsîliya partiyên siyasî, ligel Kurdên cîhanê tev, dilêşî û nerazîbûnek derxiste holê.

Em weke KNKe, êrîşa li dijî dîkan û otêlên gel û li dijî şewitandina baregehên Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê (YIK), ji aliyê kê ve were pêkanîn jî, erê nakin û bang li hêzên  Başûr teva dikin ku di çarçoveya birêziya li hemberî hev û berjewendiyên neteweyî de, werin cem hev û pirsgirêkê çareser bikin. Ji bo ku hêzên Kurd neyên lîstikên dijmin; pêwiste li gorî  berjewendiyen teng, di çarçoveya kes û hizban de tevnegerin li gorî berjewendiyen neteweyî, li ser bingeha demokrasî û dadweriya civakî tevbigerin û xizmeta gel bikin. Di qonaxeke wiha giring de, çênabe ku tu hêz li hemberî gel şîdetê bikarbînin û çênabe ku gel jî êrîşî buroyên partiyan bike. Partî û gel, rêxistinî û hevkarî, birêzî û parastina nirxên hevpar bingeha azadî û jiyana bi rûmet e. Pêwiste kesên  ko destê wan heye bi ev pirsgirêk û şewtandina mehala gel û partiyan jî derbikevin pêşberî dadgehê.

Em weke KNKe, çaraseriya herî baş di pekanîna Konferansa Neteweyî de dîbinin. Di vê dema nazik û dîrokî de, pêwistiya hemû Kurdan di pêk anîna Konfernasa Netewî de heye û pêwiste her hêz û her rêxisitn, ji bo vê jî kar û xebatê bike. Di  vê qonaxa dîrokî de, ku herêm teva ketiye nava lêgerîn û qerqeşûnên mezin, pêdiviya Kurdan teva, bi Yekîtiya Neteweyî heye.

Helbet, gelek hêviyên ku ji desthilatdarî û muxalefeta Herêma Federal a Kurdistanê têne kirin hene û  pêwiste di nava yekîtiyeke dilsoz de tevbigerin; ji aliyekî ve demokrasî bi hêz bikin, di parastina nirxên civakî û berjewendiyên neteweyî de xwedî helwesteke yekgirtî bin. Bi misyon û rola pêkanîna Yekîtiya Neteweyî jî rabin û bi hêzên çar parçeyên Kurdistanê re bo Konfernasa Neteweyî têkiliyan deynin.

Car din em weke KNKe bang li partî, muxalefet û desthilatdariya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê teva dikin ku, bi hestên neteweyî, birêzî û hemdemî werin cem hev û çareseriyeke akl-i selîm bibînin, car din rûpelên dîroka kujer û bêbext venekin.

Dîsa em weke KNKe bang li hêzên Kurdan teva dikin ku, ji bo Yekîtiya Neteweyî dilsoz tevbigerin û bêyî dereng bimînin gavên ji bo Konferansa Neteweyî biavêjin.



Rûdaw

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder