Îsraîl: Êrîşa li ser Îranê nêzîk bû ye
Serokê Îsraîlê Shimon Peress diyar kir ku êrîş bo ser binkeyên atomî yên Îranê nêzîk bûye û wan welatên biyanî jî haydar kirine.
Di hevdîtinekê de di gel kanala 2 ya welatê xwe Serokê Îsraîlê Shimon Peress wiha got, “Tev binkeyên sîxorî yên welatan haydar bûne ku Îran welateke xeterî ye û rêberên wan welatan jî hatine haydar kirin”.
Herwiha Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyaho û Wezîrê Parastinê Ihod Barack berê dabûn xuya kirin ku êrîş bo ser binkeyên atomî yên Îranê nêzîk bûye.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder