12 Aralık 2011 Pazartesi

Daxwaza Kurdan li Sûriyê federalî ye!

Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Îsmaîl Heme, ku partiya wî yek e ji wan 10 aliyên ku vê dawiyê Civata Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê pêk anîn, endamê wê şandê bû ku heftiya borî serdana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir. Îsmail Heme piştî civîna ligel Barzanî, bi Rûdawê re axivî.

Rûdaw: We di konferansa damezrandina Civata Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê de mafê çarenivîsê bo Kurdan weke daxwazeke Kurdan destnîşan kir. Lê we kifş nekiriye ku bi tevahî daxwaza çi dikin, ji ber ku mafê çarenivîsê otonomî, federalî, konfederalî û serxwebûnê jî lixwe digire.

Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Îsmaîl Heme
Em daxwaz dikin li Sûriya nû çend herêm hebin.

Îsmaîl Heme: Biryara me bo tevahiya Sûriyê ye, ew jî ew e ku Sûriyê divê bibe dewleteke demokratîk, parlamenî û piralî. Di aliyê siyasî de nenavendî be, li dinyayê jî nenavendîtiya siyasî tê wateya federaliyê. Em daxwaz dikin li Sûriya nû çend herêm hebin. Wiha jî mafê çarenivîsê ku Kurdan biryar li ser dane ji federaliyê pêk tê, her çiqasî heya vêga me ew yek ronî nekiriye ku daxwaza me ji mafê çarenivîsê çi ye, lewma niha em bi danîna projeyekê ve mijûl in ku divê Kurd daxwaza çi bikin. Di konferansa Civata Niştimanî ya Kurdî de li gor hinek endaman zehmet e federalî bê bidestxistin.

Civata Niştimanî ya Sûriyê dibêje Civata Niştimanî ya Kurdî daxwaza xwe bi ronî diyar nekiriye. Di demekê de, di ezmûna Başûrê Kurdistanê de diyarkirin û çespandina federaliyê di kongreya opozisyona Îraqê de li Londonê di sala 2002yê de û dûre jî di kongreya Selahedîn de pir giring bû. Hûn hest nakin eger hûn vê yekê nekin xelet e?

Niha Civata Niştimanî ya Sûriyê jî projeyek pêşkêş kiriye û tê de dibêjin li Sûriyê Kurd netewe ne û pirsa kurd weke pirsa neteweyekê çareser dibe, lê ev tenê proje ye.

Kek Mesûd daxwaz kiriye em proje û daxwazên xwe bi ronî deynin, ew jî piştgiriya me dike. Vêga şanda me weke Civata Niştimanî ya Kurdî li Qahîre ye, amadekariyê dikin bo girêdana kongreya opozisyona sûrî li Qahîre ku bi çavdêriya Yekîtiya Dewletên Erebî dibe. Me ji şanda xwe ya kurdî re gotiye ku divê mafên gelê kurd di destûra Sûriyê de bên tespîtkirin û Kurd weke neteweya duyem li Sûriyê bê hejmartin û kêşeya kurd divê bi rêya mafê çarenivîsê bê çareserkirin. Niha Civata Niştimanî ya Sûriyê jî projeyek pêşkêş kiriye û tê de dibêjin li Sûriyê Kurd netewe ne û pirsa kurd weke pirsa neteweyekê çareser dibe, lê ev tenê proje ye. Yekîtiya Dewletên Erebî jî ragihandiye ku divê mafê Kurdan di destûra nû ya Sûriyê de bê çespandin û aliyên opozisyonê jî daxwazên gelê kurd qebûl bikin.

Em daxwaza federaliyê bo Kurdên li Sûriyê dikin

Hûn dibêjin em daxwaza federaliyê dikin, PYD jî daxwaza “otonomiya demokratîk” dike, hinek aliyên din daxwaza mafên çandî dikin. Gelo ev ne kêşeyeke ye ji bo têgihiştina himber û derve ya daxwazên gelê kurd?

Me weke partî di kongreya xwe ya borî de meseleya otonomiyê pêşniyar kir, lê vêga weke Civata Niştimanî ya Kurdî me ew daxwaz jî derbas kir û em daxwaza sîstema nenavendiya siyasî bo Sûriyê dikin, yanî federalî bo Kurdistan Sûriyê. Lê PYD daxwaza otonomiyê nake, lê daxwaza xweseriyê dike, di aliyê yasayî de divê parlemen û hikûmeta navxwe ya otonomiyê hebe, lê xweserî tenê berfirehkirina hinek desthilatên îdarî ye.

Ew civatên ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê ve hatine hilbijartin ji we re nabin kêşe?

Erê kêşe ye. Ji bo pêkanîna Civata Niştimanî ya Kurdî heya weke qonaxa dawî jî em bi hevre bûn, lê 20 rojan berî girêdana kongreyê vekişiyan û sedem jî siyasî bû. Daxwaz kirin ku nabe Kurd danûstandin û pêwendiyan ligel opozisyona erebî ya sûrî ya derve bikin, gotin ev opozisyon û Civata Niştimanî ya Sûriyê bi destê Erdogan hatine çêkirin. Me jî ev daxwaza wan red kir.


Rojeva Kurd

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder