14 Kasım 2011 Pazartesi

‘Barê hêstira ku polîsan teqand gûz bû’

Li Tirkiyê, hat zanîn, barê hêstira ku roja 29ê îlona 2011ê, li Colemêrgê, bi hêceta ku “di barê wê de teqemenî û bombe heye” ji aliyê polîsan ve hatibû teqandin, “tûpa gazê û gûz” bûye.

Xwediyê hêstirê, ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, ji AKnewsê re got, min li nav rê de, hêstira xwe bi darekî ve girêda, ez çûm ser avê, ez vegeriyam min hêstira xwe nedît. Ez dîsa paşde vegeriyam, ji ber ku ez fikirîm hêstir tirsiya be û paşde vegeriya be. Min ji gundiyan pirs kir, kesî nedîtibû, min piştre zanî ku bi hêceta ku barê wê de teqemenî heye, teqandine.

Xwediyê hêstirê, diyar kir, ji ber ku ditirse wî bigirin, dernakeve derve û wiha pêde çû, di barê hêstirê de, tûpeke vala ya gazê û hinek gûz hebû. Min dê gûz bifirota û tûp jî tijî gaz bikira. Lê nebû qismet. Xwezî hinekî din jî min xwe bigirta û neçûbama destavê. Niha ez bêjim hêstir ya min e, dê min bigirin bavêjin zîndanê.

Gundî, got, her roj, gelek kes bi ker û hêstiran baran dibin tînin.

Ji aliyekî din, rayedarekî polîs, ji AKnewsê re axivî û îdia kir ku beriya bûyerê, wan agahî girtibûn ku dê êrişek wiha pêk bê.

(*) AkNews

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder