20 Kasım 2011 Pazar

Di qada siyasî de BDP û di agirbestê de PKK muxatab in

Cîgirê Musteşarê MÎT'ê yê berê Cevat Oneş ji bo çareserkirina pirsa kurd bi navê "parametreyên çareseriyê û di pevçûnan de sînorên ku hatine" nexşeriyek amade kir. Li gorî ku Oneş balê dikişîne ser pirsa kurd ne îro bi bingehên xwe yên dîrokî ve bê nirxandin divê ji bo agirbestê PKK û ji bo qada siyasî jî BDP wekî muxatab bên qebûlkirin. Oneş diyar kir ku divê gava despêkê "agirbesta dualî ya bêşert" be û qada siyasî bê xurtkirin, efûya giştî ya siyasî jî di nav de mesafeyeke demdirêj bê girtin.

Cîgirê Musteşarê MÎT'ê yê berê Cevat Oneş ê ku di mijara pirsa kurd de bi nêrînên xwe yên cuda balê dikêşe ji bo ku pêvajoya pevçûnê bi dawî bibe bi navê "parametreyên çaresariyê û di pevçûnan de sînorên ku hatine" nexşerêyek amade kir. Me bi Oneş ê ku ji bo pirsgirêkê nêrînên xwe bi gotinên "BDP di parlamento û platformên siyasî de ji bo demokratîkbûna Tirkeyeyê aktoreke girîng e. Di agirbest û bêçek kirinê de jî PKK muxatab e û hevdîtin bi aktoran re dikare bê kirin. Di vê mijarê de PKK heke di vê mijarê de jî BDP'ê erkdar qebûl bike ev yek wekî rêbazeke çareseriyê rehet dike dikare bê dîtin" tîne ziman de têkîldarî nexşerê ya ku amade kiriye axivîn.

We ji bo çareseriya pirsa kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bi navê "parametreyên çareseriyê û di pevçûnan de sînorên ku hatine" nexşeriyek amadekir. Çima?

Cevat Oneş: Di pêvajoyeke ku şîdet zêde dibe û çek tên bikaranîn de ne ev yek li Tirkiyeya mijdara 2011'an nayê. Ji ber ku siyaset, aliyên çareseriyê ji ber ku bi her awayî nikarin ji bo çareseriyê feraset-îrade-mirovahiyê biafirînin û ji daxwazên mafên mirovan a civakê şundetir dimîni, şert û mercên aştî û çareseriyê dernakevin holê. Pirsgirêka me ne tenê pirsa kurde ku ev 86 sal in em nikarin çareser bikin. Pirsgirêka  tevayî gelên Tirkiyeyê ye. Divê di nava standartên demokrasiyê de welatiyên ku xwedî mafên wekhev afirandin û berdewamkirina vê ye. Ji ber vê yekê jî min di çarçoveya tecrubeyên xwe de xwest xebateke wisa bikim.

Li gorî we paremetreyên çareseriyê çi ne?

Oneş: Di rêza yekemîn a paremetreyan de rastiya kurd, ya duyemîn rastiya PKK'ê, ya sêyemîn jî fereseta demokratîk û sîstema demokratîk, ya çaremîn berdewamkirina pêvajoya demokratîk, ya pêncemîn ji bo Tirkiyeya nû avhewa ango pêbaweriya hev, têkîliyên herêmî û navneteweyî, ya dawî jî civaka travmaya psîkolojîk û pevçûnan de sînorên ku hatine, hene.

'Pêwîstî bi empatiyê heye'

Hûn dikarin rastiya kurd a ku hûn dibêjin aliyê wê yê dîrokî heye hinekî vekin?

Oneş: Pirsa kurd ji Osmaniyan maye, di nava şert û mercên demê de dema avakirina komarê ya "netewe-dewlet" "netewe" ji ber hin şaşitiyên ku hatin kirin pirsgirêkeke ewlehiyê, polîtîk û civakî derket holê. Îro qebûlkirina pirsa kurd û hin pêşketinên ku di çarçoveya pîvanên demokrasiyê de hêmayên bingehîn ên çareseriyê ne. Hêmayê mirovî ku pêwîstiya "empatiyê" derdixe holê ji bo siyasetmedaran giring e û her tim divê encam bê derxistin. Heman tişt ango empatî divê ji bo gelên Anatolyayê yên du di bin dagirkeriyê de mane û ji bo nasnameyên cuda jî bê nirxandin.

'Ji ber ku pirsa kurd nehat çareserkirin PKK derket holê'


Li gorî we rastiya PKK'ê li beranberî çi tê?

Oneş: Tirkiye ji ber demokrasiya kêm û polîtîkayên şaş pirsa kurd çareser nake, tevgera PKK’ê ya çekdarî wekî encam derket holê. Şert û mercên dîrokî, şertên civakî û polîtîk, rewşa heyî ji bo ku tevgera PKK'ê bi dawî bibe saziyên ku PKK bandorê li wan dike tevlî siyaseta hiqûqî ya demokratîk bibe girêdayî qebûlkirina rastiya PKK'ê ye.

Feraseta demokratîk û sîstema demokratîk a ku hûn wekî parametreyên çareseriyê dibînin di warê çareseriyê de divê çawa şekil bigire?

Oneş: Divê em pirsa kurd û PKK’ê bi hevre nekin yek yê têkîliyên wan ên bi hevre jî bînin û bi vî rengî polîtîkayên çareseriyê biafirînin. Di serî de pêwîstiya me bi avasazeyeke ku nasname û cudabûnên me wekî dewlemendî dibîne heye. Dema qebûlkirina rastiya PKK'ê de, divê PKK jî di pratîka xwe ya dema derbasbûna pêvajoya hiqûqî-pluralîst-demokratîk de li gorî quralên pêvajoya guncaniyê bigere. Di vê mijarê de xeta BDP-PKK'ê gavên şefafbûnê bavêje ev yek dê ji bo amadekirina makeqanûna nû alîkariyeke pozîtîf bike.

Hûn dikarin hinekî qala bihevbawerkirinê bikin?

Oneş: Di 2009'an de pêvajoya "vebûna demokratîk" a ku hate dest pê kirin lê nehat berdewamkirin windahiyek bû. Di heman demê de tecrubeyeke girîng a ku bê nirxandin e. Referanduma 12'ê Îlona 2010'an û encamên hilbijartinên 12'ê Hezîranê ji bo çareseriyê bi awayeke zelal îradeya gel nîşan da. Şikestinên ku derketin holê  nîşan dide ku beriya wê polîtîkayên çareseriyê baş nehatin amadekirin û îradeya siyasî derneketiye holê.

'Divê TMK û TCK bê guhertin'


Ji bo ku îradeya siyasî bê avakirin divê çi bê kirin?

Oneş: Bi taybetî di pêvajoya amadekarina makeqanûna nû de divê gavên ku baweriyê pêş dixe bên avêtin û bi vî rengî avhewa ya Tirkiyeya nû bê afirandin. Bi taybetî jî Qanûna Têkoşînê ya bi Terorê re (TMK), Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) di Qanûna Dadgehên Usula Cezayê, Qanûna Partiyên Siyasî û Qanûna Hilbijartinê de guhertin bên kirin. Di van guhertinan de jî standartên demokrasiyê bên berfirehkirin û bi vî rengî atmosfereke nû dikare bê afirandin û bi vî rengî piştgiriya civaka sivîl jî dê bê girtin û pêvajoyeke wisa dikare bê destpêkirin.

Efûya piştî agirbestê...


Li gorî we ji bo çareseriyê divê çarçoveya nexşerêyê çawa be?

Oneş: Berî her tiştî divê polîtîkayek berfireh a çareseriyê bê amadekirin. Piştî wê divê bawerî û ewlehî bê wergirtin. Divê şert û mercên çareseriyê xurt bibin. Nexşerêya ku hate amedekirin divê bi meclîs, sasiziyên sivîl ên civakî û civakê re bê parvekirin û ji aliyê her kesî ve bê pejirandin. Divê her du alî jî bê şert û merc agirbestê îlan bikin. Divê çek bên berdan û efû têkeve rojevê.

Amadekariya bernameya çareseriyê berpirsiyariya kê ye?

Oneş: Ji bo çareseriyê û amadekariya bernameyê îxtîdara siyasî berpirsiyar e. Divê makeqanûna çareseriyê ava bike. Divê aktorên siyasî li hev bên. Divê meclîs piştgiriyê ji saziyên sivîl ên civakî bigire. bide Divê wîjdanên hevbeş û aqilê hevbar bê avakirin. Divê îxtîdara siyasî vê pêvajoyê bide dest pê kirin. Divê ber bi demokatîkbûnê ve gav bi gav makeqanûn û zagonên çareseriyê bên avakirin. Divê meclîs polîtîkayên çareseriye pêş bixe. Divê mekanîzmeya çareseseriyê bê avakirin û di nava vê mekanîzmeyê de rûsipî û pêşengê civakê jî hebin.

Hûn ji bo banga agirbestê çi dibêjin?

Oneş: Piştî di nexşerêyê de gavên demokratîk hatin avêtin, divê îxtîdara siyasî guh bide bangê PKK'ê yên agirbestê. Ger ku ev gav bê avêtin dê piştiriya civakî jî bistîne. Ger ku hikûmet li hemberî banga PKK'ê ya agirbestê bi daxuyaniyê diyar bike ku operasyonan radiwestîne dê wê demê gavên erênî bên avêtin. Ger ku agirbesta dualî bê kirin, wê demê dê şertên bêçekbûnê jî bên niqaşkirin. Di vê pêvajoyê de divê gavên ewlehiya civakê û baweriyê jî bên avêtin.

Ji bo muzakereyê divê kijan alî bên cem hev?

Oneş: BDP di meclîsê de ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê aktorekî mezin e. PKK van xebatan rasterast muxatab nagire. Di operasyon û bêçalakbûnê de rasterast PKK muxatab e. Lê di aliylê muzakereyê de BDP û nûnerên ku ji aliyê civakê ve tên qebûlkirin muxatab in.


Efûya Giştî di çareseriyê de çiqas bi bandor e?

Oneş: Bê guman ji bo Tirkiye gavek nû bavêje, divê rûpelek nû veke. Ji bo vê yekê jî efûya giştî girîng e. Tirkiye ji bo aştiyek mayînde û aştiyek civakî welatekî demokratîk û xwedî azadiya mafan, xwedî hêz, şert û merc e. Tenê divê Tirkiye bi hêzên navxweyî yên sivîl û civakî re li hev bike û guhdar bike.

Diha

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder