20 Kasım 2011 Pazar

Ger Kurd Nebin Yek dê Dîsa Rasta Îxanetê Bên

Robert Fisk

Pisporê Rojhilata Navîn Robert Fîsk pêşketinên li Rojhilata Navîn û rewşa kurdan nirxand û diyar kir ku kurd di bin pêkutiyên welatan de têne hiştin. Fîsk, anî ziman ku ev yek trajediyeke mezin e û divê kurdên li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê dijîn zimaneke hevpar bi kar bînin û peyama hevpar bidin.

Pisporê Rojhilata Navîn Robert Fisk, diyar kir ku piştî şerê Cihanê yê yekemîn, ji ber berjewendî û hesûdiya welatên cîhanê kurd di nava trajediyê de dijîn û bûne 4 perçe. Fîsk, anî ziman ku ger kurd nebin yek û tifaqa xwe ava nekin gumana ku di Rojhilata Navîn û nava welatên cîhanê de dîsa rastî îxanetê bên heye. Fisk, bilêv kir ku ger kurdên Îran, İraq, Suriye û Tirkiyeyê dixwazin di cihanê de bibin yek dest û deng, divê yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin û li dijî cîhanê hêza xwe bidin xuyakirin. Fîsk, anî ziman ku serhildan û raperîna welatên ereb ên bi salan in di bin rejîma dîktatoriyê de dijîn, bi çalakiya xwendekarekî zanîngehê yê betal a şewatê, dest pe kir. Fisk, anî ziman ku piştî li Tunusê serhildana gel dest pê kir, li Misir, Sûriye, Libnan û welatên din jî serhildanan dest pê kir û hê jî didomin. Fisk, rewşa gelê kurd a li Rojhilata Navîn ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) re vegot. Robert Fisk, destnîşan kir ku divê gelê kurd ên Suriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê yekîtiya xwe ava bikin û peyamek xurt bidin welatên cîhanê.

'Pêkanînên li erdnîgariya kurdan pêş dikevin trajedî ye'

Fîsk, bilêv kir ku navê Kurdistan piştî Şerê Cîhanê yê 1'emîn ji ber cikûsî û hesûdiya welatên Fransa, Îtalya û Îngîlîstanê ji ser nexşeya cîhanê hate rakirin û wiha got: "Kurdistan piştî şerê cîhanê di nava welatên Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê de hate perçekirin. Gelê kurd di dîrokê de her tim rastî trajediyê hatiye. Her tim li ser axa wan û serê wan şerê serdestiyê hatiye meşandin. Pêkanîna li ser erdnîgariya gelê kurd pêk tê "trajedi" ye. Gelê kurd di nava 4 welatan de perçe kirin û li ser wan serdestî meşandin. Şahê Îranê  û dewleta Osmanî gelê kurd wekî maşikan bikar anî. Li dijî ermeniyan kirin maşika şer. Di nava gelê kurd de pevçûn zêde kirin û kurd bi kurdan dan şerkirin û şikandin. Ji ber ve yekê divê kurdên 4 perçeyên Kurdistanê yekitiya xwe ava bikin û dengê xwe li hemberî welatên cihanê bilind bikin. Divê peyamek xurt bidin welatên cîhanê. Amed û rastiyên din trajediya gelê kurd e."

'Divê 4 parçe ziman û feraseta xwe bikin yek'

Fisk, bilêv kir ku êdî di vê pêvajoyê de zêdetir pêdiviya gelê kurd bi yekîtiyê heye û ji bo dîsa nekevin nava xeterî û îxanetê divê yekîtiya xwe xurt bikin û helwesta xwe bikin yek. Fisk, destnîşan kir ku gelê kurd di vê serdemê de yekîtiya xwe ava nekin û nebin yek fikar û tirsa ku dîsa li hemberî pêvajoyê têk biçin û di nava îxanetê de winda bibin heye. Ez didirsim ku Kurdistnan bi îxanetê dîsa têk biçe û wiha got: "Ji bo kurd têk neçin û Kurdistan nekeve ber pêlê îxanetê divê kurd li 4 welatan yekîtiya xwe ava bike. Divê xwe bi rêxistin bike û helwesta xwe bikin yek."


Rûdaw

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder