17 Kasım 2011 Perşembe

Çekên kîmyewî û sûcê Tirkiyeyê

Wekî tê zanîn, pêkanîna çekên şewitandinê, êrişên ku bi çekên kîmyewî bên çêkirin li gorî Peymana 1949’an û  protokolên Cenevreyê yên sala 1977’an hatine qedexekirin.
Lê tiştê ku hîn jî ne zelan e, pirsa çekên fosforê ye. Pirs ev e: ev çek tenê wekî çekên ku dişewitînin werin qebûlkirin, an jî, li gel ve, ji ber ku ev çek jehr belav dikin wekî çekên kîmyewî werin pejirandin?
Li gorî krîterên xala 35’an a protokolê, heke çekên wisa ‚birîndarkirinên ku ne hewce ne pêk tînin an jî êşên zede çê dikin’ qedexe ne.
Li gorî nûçeyan Arteşa Tirk di demên dawî de çekên wisa li Kurdistnê pêk anî bûn û ji ber vê jî bûbû hedefê rexneyên navneteweyî.
Li gorî lêkolînên saziyên mirovan, li Geliyê Tiyarê şopên çekên  kîmyewî hatine ditîn.
Li Geliyê Tiyarê bedenên ku bi çekên kîmyewî hatine sotin hatin dîtin.
Ev lêkolîn di bin sîwana serokê ÎHD’a Colemêrgê, Îsmaîl Akbulut hatîbûn li darxistin.
Li gorî agahdariyên IHD’yê li herêmê çekên napalmê hatine bi kar anîn.
Di encama ceribandina çekên napalmê de, madeyêkî dizeliqe xwe belav dike û şewitandinêkî berfireh çe dibe. Bi ditîna Akbulut, divê Reşistina ku li Ser çekên Kîmyewî radiweste, ‚OPCW’ li ser rewşê bikeve nav lêkolînan.
Wekî tê zanîn, Tirkiye jî peymana qedexekirina çekên kîmyewî, 3’yê gulana 1997’an de îmze kirîbû. Ev peyman di sala 1993’yan de ji aliyê NY’an li Washintonê hatîbû qebûlkirin.
Herçiqas Tirkiye ev peyman îmze kirîbû jî, li gorî agahdariyên saziyên mafên mirovan, li gorî peymanê hereket nekiriye û şertên qedexe neaniyê cih.
Tirkiye di 1999’an de çekên kîmyewî ceribandibû û dimenên vê ceribandinê ji aliyê serleşker   Necdet Ozel ve hatîbûn qeydkirin û di çapemeniyê de jî hatibûn belavkirin.
Wekî tê zanîn, demêkî berê li Geliyê Tiyarê 36 gerîlayên PKK’ê bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Saziya Doktorên Bêsînor IPPNW di daxuyaniyen xwe de banga neceribandina çekên kîmyewî kirîbû. Di 2009’an de komên Meclisa Almanya ya Fedral jî banga neceribandina çekên kîmyewî ducar kirîbûn.
Li gorî pisporan, çekên fosforê jehrêkî bilind belaw dikin û vê yekê êrîşêkî li hember  xwezayê ye jî.
Ji bo mirovêkî ligel bêhnnkirina 50 mg posfor dikare jiyana xwe di navbera 5-10 rojan de ji dest bide. Zarokêkî 2 salî dikare ligel behnkirina 2 mg fosfor, di navbera du saetan de bimire.
Fosfor dikare li ser çermên mirovan, birînên ku nayen xeyalkirin pêk bîne û bedena mirovan nayê naskirin. Dîmenên Geliyê Tiyarê tijî êşa mirovatiyê bûn.
Divê tu hêz çekên kîmyewî pêk nayîne. Û berê her tiştî, divê Tirkiye bi xwe bikeve nav çalakiyan. Heke Arteşa Tirk çekên kîmyewî ceribandine, divê Tirkiye rê li hemû saziyên ku di vê warê de çalakiyan dimeşînin, dawet bike û vê sûcê mirovatiyê dû keve.
Lê rayadarên Tirkiyeyê xwe qer dikin. Berê her tiştî kurd bi xwe bandor li ser saziyên navneteweyî dayînin û zemînên lêkolînan ji bo tesbîtkirin ceribandina çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê bidin çêkirin. Divê ev sûcê mirovatiyê li her cih û li Tirkiyeyê de jî nema bi destûr be!

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder