29 Kasım 2011 Salı

Dura girtinên KCK’ê digihê Parlamenteran !

Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş di kongreya partiya xwe ya li Colemêrgê ya berî çend rojan diyar kir ku xebat tên meşandin ku 5 parlamenterên me bên girtin. Parlamentera BDP’ê ya Stembolê jî dibêje, em naçin dadgehê.

Parlameneterên tên îdakirin ku wê bên girtin evin; Altan Tan, Şerafedîn Elçî, Leyla Zana, Ahmed Turk û Sebahet Tuncel in.

Li gor rojnameya Milliyetê, derbarê parlamenterê Amedê yê Serbixwe Şerafedîn Elçî de biryara bi zorê birina dadgehê heye. Elçi diyar kiriye ku biryara dadgehê ya derbarê wî de bê bingehe û dibêje: “Ji ber ku ez jî rastî vê bêdadiyê hatime, naçim dadgehê. Ev bi temamî li gor keyfa dadwere. Lê ezê li ber xwe bidim. Ger bi zorê min bibin, karê ew dizanin e.”

Parlamenterê BDP’ê yê Amedê Altan Tan jî diyar dike li gor maddeya 14 a destûrê ya endamtiya rêxistina terorê digre nava xwe û dibêje: “Girêdanek min a wisan nîne. Ez naçim dadgehê û ezê li ber xwe bidim.”

Parlamentera BDP’ê ya Stembolê Sabatah Tuncel derbarê îdiayên girtina 5 parlamenteran de ji Rûdawê re got: “Ji aliyê dewletê ve li hemberî BDP’ê operasyonek siyasî berdewam dike. Di vê çarçoveyê de şaredar, rêveber û rêveberê saziyên me yên ciwanan hatin girtin. Hê jî hinek parlamenterên me di girtîgehê de ne. Ev yek gihaye wê xalê û tê wateya ku tevgera siyasî ya Kurdan bêxin di girtîgehê de.”

Tuncel diyar kir ku li Tirkiyê helwesta me ya li hemberî demokrasî, azadî û mafê mirovan diyare, ji niha û pêde jî wê ev tekoşîna me berdewam bike. Tuncel bilêv kir ku ji ber dîtinên ku em diparêzin, me heta niha bedel daye, ji niha û pêde jî em paşde gavan navêjin.

Parlamentera BDP’ê ya Stembolê li ser pirsa ger ji bo dadgehê bangî we bê kirin, hûnê biçin? de got: “Na en naçin. Ev yek di dewreyên borî de jî hebû û bê hiqûqiye. Ji ber mafê destnedanê yê parlamenteran heye, dadgehkirin tê rawestandin. Lê li Tirkiyê ji bo Kurdan siyasetek cûda dimeşînin. Em ji ber fikrên xwe li gor maddeya 14 a endamtiya rêxistinê tên dadgehkirin û dadgehkirina me berdewam dike. Ji bo vê yekê jî bangî me dikin.”

Sebahat Tuncel di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku wê li her derê van fikrên xwe biparêzin. Tuncel sedema neçûna dadgehê jî eşkere kir û got: “Îtiraza me li hemberî vê bê edaletî û bêhiqûqiyê heye û ji ber vê yekê em naçin dadgehê.”


Rûdaw

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder