30 Kasım 2011 Çarşamba

Kerkukî: Divê dewleta tirk bi Ocalan û PKK’ê re rûne

Şanda Ragihandina Kurdên Bakûrê Kurdistanê bi Serokê Parlementoya Herêma Kurdistan Kemal Kerkûkî re civiyan. Kerkûkî di civînêde diyar kir ku divê pirsgirêka kurd bi rêya diyalogê çareser bibe û ji bo çareseriyê jî dewleta tirk bi Abdullah Ocalan û PKK re rûne.

 Li gor Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) Serokê Parlementoya Herêma Kurdistanê Kemal Kerkûkî li parlamentoyê pêşwaziya şanda çapemeniyê kir. Di hevdîtine de Kerkûkî diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê pirsa kurd bi rêya aştî, demokrasî û dîyaloge çareser bibe û wiha got: "Êdî dewleta tirk bi rêya şiddetê nikare pirsgirekê çareser bike. Divê êdî pirsgirêk bi diyalog û demokrasiyê pêş bikeve. Lazime dewleta tirk bi PKK û Rebêre wê Birêz Abdulla Ocalan re li ser masê rune, bi diyalog û muzakereyan pirsgirêkê çareser bike.”

Hêjayî gotinê ye di navbera rojnamevanên Bakûr û Başûrê Kurdistanê de rojên 25 û 26.11.2011’an di bin navê “Rolê çapemeniyê di proseya aştî û demokrasiyê de” bi beşdariya 185 kesayetî, dezgehên ragihandinê yên Bakûr û Başûrê Kurdistanê li bajarê Dihokê konferansek hatibû saz kirin.



Rûdaw

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder