22 Kasım 2011 Salı

Şerma kelepçê ya li dijî parlamenterê Kurd

Parlamenterê BDP’ê yê Riha Îbrahîm Ayhan yê ji doza KCK’ê girtî ku hê jî doza wî berdewam dike, diyar kir ku bi destê kelepçekirî dibin û tînin dadgehê û ji bo dawî ‘Li vê pêkanîna ku rûmeta mirov dişkîne bê’ xwest ku Serokê Meclisa Tirkiyê û Wezareta Dadê bikeve nava hewldanan.

Parlamenterê BDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan wiha dibêje: “Ez li girtîgeha Riha girtîme. Di rewşek ku ez bûme parlamenter, hê jî di girtîgeha ku ez lê têm girtin de bi pêkanînên derveyî hiqûq û şikandina rûmetê re rû bi rû dimînim. Doza derbarê min de ku hê jî berdewam dike, dema ez diçim û têm dadgehê, bi kelepçe kirina destê min rûmeta min dişkînin. Min derbarê vê rewşê de Rêveberî û Dadwerê Dadgehê re diyar kiriye ku destê min kelepçe dikin, lê hê jî ev bê mafê li beramberî min berdewam dike.”

Ayhan diyar kir ku derbarê vê bê hiqûqiyê de faks ji Serokê Parlamentoyê û Wezareta Dadê ya Tirkiyê re şandiye û wiha got: “Ji bo rakirina pêkanînên şikandina vê rûmetê û yên wekî vê, ez bawer dikim ku hunê bi cihên peywendîdar re biaxivin û bikevin nava hewldanan.”

Wekîlê Serokê Koma BDP’ê Hasîp Kaplan diyar kir ku nameya Ayhan dayî wan, di dema danûstandinên li ser budceya 2012’an, daye Wezîrê Dadê Sadullah Ergin.”


Rûdaw

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder