Rêxistina navnetweyî ya mafên mirovan "Human Rights Watch" lêkolînekê li ser çekên ku Tirkiye û Êranê li Qendîlê bi kar anîne, çê dike.
Daniel Smith, nûnerê Human Rights Watch niha li Qendîlê ye û ji bo lêkolîna li ser wan çekan dest bi kar kiriye. Smith ji Xendan`ê re axivî û weha got: "Ragehandinê gelek behsa vê meselê kir û bala pir kesan kişand, lewma me pêwîst zanî ku em bên Qendîlê û dest bi lêkoînê bikin."
Daniel Smith li ser lêkolînê axivî û weha got: "Em hatine ku em bizanin çi cureyên çekan hatine bikaranîn, û karîgeriya wê/bandora wê li ser daniştiyan çi bûye."
Selman Koçerî ku weku wergêrekî bi Smith re çûye wir ji Xendan`ê re axivî û weha got: "Nûnerê wê rêxistinê bi xwe hatiye vir ku lêkolînê li ser bikaranîna wan çekên ku hatine bikaranîn bike, ew hatiye ta ku rastiyan bi çavê xwe bibîne û bizane jimareya qurnbaniyên wê navçeyê çend e."
Xendan
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder