18 Kasım 2011 Cuma

Dû hêzên pêşmergeyan bo Kerkûkê hatin şandin

Ji ber ku Malikî li ser şandinaa hêzên artêşa İraqê bo firokexaneya Hûriye ya Kerkûkê berdewam e, pirsgirêk navbera Kurd û Malikî de dirûst dike. Ji ber vê yekê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dû hêzên pêşmergeyan dişîne Kerkûkê.

Wekîlê Wezareta Pêşmergeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Enwerî Hacî Osman di daxuyaniyek taybet de ji Rûdawê re got: “Me du hêzên pêşmergeyan amade kirine û niha gihane derdora Kerkûkê. Ji ber ku xelkê Kerkûkê na pejirînin ku firokexaneya Kerkûkê radestî artêşa İraqê bê kirin. Piraniya aliyan li ser wê yekê kokin ku Firokexaneya Hûriyye ya Kerkûkê bibe firokexaneya navneteweyî ya sivîl.”

Piştî azadkirina İraqê li sala 2003’an û hatina hêzên Amerîka bo İraqê, firokexaneya Hûriye ya Kerkûkê dibin destê Amerîkiyan de bû. Li gor rêkeftina Amerîka û İraqê, biryare hêzên Amerîka di vê demê de vegerin welatê xwe. Ji ber vê yekê di nava du rojên borî de parêzgar û Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê bi pejirandina piraniya rêveberiyên Kerkûkê biryar girtin ku firokexane bibe firokexaneyek navneteweyî ya sivîl.

Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî piştî biryara parêzgarê Kerkûkê daxuyand: “Divê ew firokexane teslîmê artêşa İraqê bê kirin.” Biryara Malikî pirsgirêk navbera Kurd û Hikûmeta İraqê de dirûst kir. Ji ber vê sedemê ji ber nepejirandina Kurdan û hinek neteweyên din ên Kerkûkê, şeva borî Lîwaya 1 û 2 ya Hêzên Pêşmergeyan ketin di nava amadekariyan de.

Enwerî Hacî Osman got: “Em wekî siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel wê yekê nîne ku firokexane teslîmî artêşa İraqê bê kirin. Lewra bi ti awayî em biryara Malikî qebûl nakin û em li bendê ne wê biryar ber bi kûderê ve biçe. Eger na emê lîwayên din jî bêxin di nava înzarê de.”


Rûdaw

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder