28 Kasım 2011 Pazartesi

Enstîtuya Parastina Mafê Zarokên Mezopotamyayê ava bû

Du sal in ku ji bo avakirina Enstîtuya Parastina Mafê Zarokan li Mezopotamyayê xebat dihate kirin. Piştî qonaxa fermî, enstîtu bi şêweyekî fermî ava bû û dest bi xebatê kir. Beyana serokê komîteya Karger yê enstîtuyê, Gabar ÇIYAN li ser pirsê wisa ye:

 ”Ji sala 1976 an ve bi rojnamevaniya polîtîk mijûl dibim. Deh salên dawiyê bêhtir li ser pirsên mafê mirovan kur dibim.

 Ez bûm şahidê qonaxên dîrokî, mîna destdanîna ser rejîmê ji aliyê artêşê, pirgirtin, îşkencekirin û bidarvekirina kesan, çareseriya pirsgirêkan bi rêya şerê çekdarî û gelek bûyerên din ku piralî bandora xwe li me û civakê kirine.

 ”Polîtîka” ji bo hikumetan nebû kilîta çareseriyê. Wan, polîtîka ji bo berjewendiyên aborî û pêşxistina neteweperestiyê bikar anîn.

 Xebatên erênî yên beşek ji muxalefetê ji bo aştî û azadiyê, cihê serbilindî û kêfxweşiyê bû. Helwestên wan yên şaş jî dibûn cihê niqaşê. Nakokiyên navxweyî û bikaranîna hişkayiyê li dijî endamên xwe ûhwd dibû cihê xemgînî û niqaşên nû.

 Di vê qonaxê de zarokên herêmê bi şêweyekî sîstematîk, bi giranî ji ber xeletiyên dewletê û carna jî ji ber şaşîtiya muxalefetê, pir êşiyan. Hate jibîrkirin ku, divê zarok nebin beşek ji makîneya propogandayê û navgînên şer. Lewma bûne hedef; Hatin girtin, bi cezeyên giran hatin zîndanîkirin û qûrban dan.

 Îro jî heman pirsgirêk didome. Ji ber rewşa şer, mafên zarokan yê bingehîn cîdî nayê girtin. Rêz û hurmet ji Peymana Neteweyên Yekbûyî ya Parastina Mafê Zarokan nayê girtin.


 Projeyek nû: Enstîtuya Mezopotamyayê

 Du sal in, bi piştgiriya endamên komîteya navenda CHAK ê, li welat û derveyî welêt, li ser projeyekî kur dibûm. Bi gelek kes û dezgehan, mina parêzvanên mafê mirovan, siyasetvan, hiquqnas, pedagok û dezgehên civakî re rûniştim û me mijar niqaş kir. Em gihiştin dîtinekî: Avakirina rêkxistinekî serbixwe ku tenê jibo parastina mafê zarokan bixebite.

 Emstîtuya Mezopotamya li ser vê armancê û bi şêweyekî fermî li Swêdê dest bi xebata xwe kir. Niha, amadekarî jibo avakirina heman dezgehî li welêt jî didome.

 Em endamê dezgeha mafê mirovan Kurdocide Watch-CHAK ê ne. Lê ji ber ku destura me forma xwe li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî ya Parastina Mafê Zarokan girtiye, em ji aliyê destur û şêweyê xebatê serbixwe ne.

 Em ê giraniya xebata xwe bidin lêkolînên li ser rewşa zarokan li heremê û parastina mafê wan. Em ê, ne tenê jibo mafê zarokên Kurda, her wisa jibo zarokên eqaliyetên netewî li herêmê jî bixebitin.

 Mîna dezgehekî serbixwe û demokratîk, pêwîstiya me bi piştgiriya hêzên însanî, siyasî û civakî heye. Em jibo parastina mafê zarokan herdem amade ne ku, bi dezgehên cewaz û projeyên hevbeş kar bikin.

 Em bixêrhatina endamên nû dikin ku bi me re bin, em bi hev re gavên nû bavêjin.


Xendan

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder