Rifat El Esed |
Rifat El Esed da diyar kirin ku, mafê çarenûsa gelê Kurd li Herêma Rojhilata Navîn mafek pîroz e! Bingiheke xwe ya tektîkî, siyasî û stratêjiyeke xwe heye. Pala xwe dide îdeolojiyeke dîrokî. Her wiha Rifat got ku, jimara gelê Kurd nêzîkî 50 milyon kese û ev 50 milyon li Tirkiyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê belave. Her wiha got ku, çawa Ereb li cihekê, li deverekê mafê xwe dixwazin, mafê gelê Kurd e jî mafê xwe bixwaze û xwedî mafê xwe yên neteweyî be. Û got jî ku, heta vê astê bêhn tengî, şofînîtî heye? Naskirin û têgihiştin ev e? Naskirin û têgihiştin ew e tu îtîrafê bi mafê gelê Kurd bike. Her wiha Rifat Esed da diayrkirin ku, ji mafê gelê Kurd e ku siyaseteke xwe ya rojane hebe ku xizmeta doza xwe bike. Her wiha Rifat El Esed got ku, gelê Kurd dîrokeke xwe, zimanek xwe, çandeke xwe heye û bal kişand ser rewşa Qamişlo û Hesekê. Dîsa bal kişand ser êşa gelê kurd li Tirkî, Îran, Sûrî û Îraqê.
Hêjayî gotinê ye ku axivitina Rifat El Esed bi zimanê erebî li ser Youtube ê belav bûye.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder