14 Kasım 2011 Pazartesi

YNK: Talebanî û Barzanî dê Tirkiye û PKK`ê lihevbînin

Berdevkê politburoya YNK`ê Azad Cundiyanî ji Radiyoya Sawayê re regihand ku serokkomarê Êraqê Celal Talebanî û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di nava kar û erkekî de ne da ku ew şer û cengê ku di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê û dewleta Tirkiyeyê de heye bi dawî bikin.

Cundiyanî da zanîn ku herdu serok Talebanî û Barzanî kar dikin ji bo nehîştina şer û pevçûnên Tirkiye û PKK`ê li ber sînorên Herêmê de heye û di nava hewldanên cûr bi cûr de ne.

Azad cundiyanî aşkire kir ku erkên serokê Herêma Kurdistanê piştî serdana xwe bo Tehranê, ji bo rawestandina şerê tevgera PJAK`ê digel Êran`ê serkeftî bûye.

Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Cundiyanî xuyakir ku di serdana dawiyê ya serokê Herêma Kurdisatnê Mesûd Barzanî de, Tirkiyeyê ji serokê Herêmê re xwesteka xwe ya rawestandina şer digel PKK`ê nîşandaye.

 

(*)PukMedia

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder