20 Kasım 2011 Pazar

Duhî, îro û Paşeroja me her Yek e

Endamê polîtbîroya Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh di merasima rêkirina 360 xaniyên seyar ji bo xelkê Wanê de got kurdên bakur di dema xwe de gelek arîkariya kurdên başûr kirine û niho jî dora wan e ko arîkariya brayên xwe yên li Wanê bikin. Mesrûr Barzanî got ji aliyê qederê ve doh, îro û paşeroja kurdan bi hev ve girêdayî ye. 

Bi arîkariya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî 200 xanî û bi arîkariya wîlayeta Dihokê jî 160 xanî yanî li ser hev 360 xaniyên seyar li Kurdistanê hatin amade kirin û duhî ber bi Wanê ve bi rêketin.

Mesrûr Barzanî di merasima rêkirina xaniyan de behsa têkiliyên tarîxî yên kurdên herdu aliyan kir û got:

“Wan kesan hertim destê arîkariyê ji bo me dirêj kir û pena dane me û hevkariya me kirin. Niha jî dora me ye ku li gorî derfetên xwe arîkariya wan xwişk û birayên xwe bikin, ev jî wê yekê diyar dike ko raboriya me, niha û paşeroja me bi hev re girêdayî ye”.



Ajansa Peyamnêr

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder