27 Kasım 2011 Pazar

Şandeya Almanî çû Geliyê Tiyarê

Şandeyeke Almanî ku ji parêzer û parlemanteran pêk hatibûn, çûn navçeya Çelê û li Geliyê Tiyarê ku di operasyona leşkerî de, 36 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG)'ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabûn, dest bi lêkolînan kir.

Şandeya Almanî ji gelek kesayetiyên weke Parlamentera Parlamentoya Ewrûpayê ya berê Feleknas Uca, parlamenterê Alman Jan Van Aken, parêzerên Alman û Fransa Cementine Frances, Rentanin Hilver, Marie Avpert, Aledeuy Ledrein Aveco, Torre Dominulle û wergêr Delal Gemîtlî  pêk hatibû.

Aken, li ser navê şandeyê axivî û diyar kir ku wan, li herêmeke 1.5 kilometreyê lêkolîn kirine û dîtine ku li wê herêmê êrîşek pir mezin pêk hatiye.


 Aken, da diyar kirin ku bombeyên ku hatine bikar anîn li cûreya -MK-82 û MK-84 ne û wiha got: "giranbûna van bombeyan 250 û 950 kîlo ne. Bandora wan gelek mezin e.


PUKmedia

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder